Li Libnanê jî bombebaran para koçberên Sûriyeyî ket: ‘Xewnên xwe ji dest dan!’

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Sûriyeyî li navçeya Merciûnê ya başûrê Libnanê di çewlîkên çandiniyê de dixebitin.

Koçberên Sûriyeyî ji ber şer û pevçûnan ji welatên xwe derketin lê li Libnanê jî bombebaran û şer bûn para wan.

Ji ber şerê di navbera Hizbulaha Libnanî û Îsraîlê de rewşa wan zêde xirab bûye.

Koçbera Sûriyeyî Rehef El Osmanê got:

“Sala 2011an ji ber şer em ji Sûriyeyê koçber bûn, em ji ber bombebaranê reviyan.

Em ji bo ewlehî û aramiyê hatin vê derê, me ji bo debara jiyana zarokên xwe dest bi karê çandiniyê kir.

Niha em di nav şer û bombebarana balafirên Îsraîlê de ne, zarokên me gelekî tirsiyane, wan xewnên xwe ji dest dane.”

Kampa Merc El Xoxê yê li başûrê Libnanê ya koçberên Sûriyeyî gelekî nêzîkî sînorê Îsraîlê ye, lewma gelek caran rûbirûyê bombebaranê dibe.

Niha koçberên Sûriyeyî yên ku li başûrê Libnanê dijîn asê mane, ji ber nebûna ewlehiyê ne dikarin vegerin welatê xwe û ji ber bombebarana Îsraîlê jî nikarin bixebitin.

“Em ji mirinê reviyan”

Koçberê Sûriyeyî Nasir El Selûm jî li ser rewşa xwe axivî û anî ziman:

“Ev salek e ku em di bin bombebaranê de ne. Rewşa me jî wekî rewşa hemû xelkê vî welatî ye.

Ne kar maye û alîkariyên Neteweyên Yekbûyî jî rawestiyane.

100 dolar li vî welatî tiştekî nake. Kesê xwedî zarok be têrê nake.

Gelek kes dipirsin çima em venagerin Sûriyeyê, em dibêjin welatê me ewlehî lê nîne, rewşa wê wekî rewşa başûrê Libnanê ye û xirabtir e.

Grûpên çekdar desthilat in, em ji mirinê reviyane da ku zarokên xwe biparêzin.”

Li gorî Hikûmeta Libnanê zêdeyî 2 milyon koçberên Sûriyeyî li wî welatî dimînin.

Neteweyên Yekbûyî jî dibêje 775 hezar koçberên Sûriyeyî tenê li ba wan tomarkirî ne ku piraniya wan di sektorên çandinî û avahîsaziyê de dixebitin.