Hewlêr (Rûdaw) - Li Îsraîlê 6 girtiyên Filistînî di girtîgehêdê tunel kolan û ji girtîgehê reviyan.
Li gorî ajansa fermî ya Îsraîlê KANê 6 girtiyên Filistinê bi riya tunela ku kolane ji girtîgeha Gilboayê ya ku bakurê Îsraîlê reviyane.
Li gorî heman ajansê hezên ewlekariya Îsraîlê ji bo girtina 6 Filistîniyan lêgerina wan berdewam e.
Di nûçeyê de hat ragihandin kesên ku raviyane Zekeriya Ez-Zebidî yê endamê Şehîdên El-Aksa baskê rêsxistina çekdarî Fetîhê û Yakub Nufeyat Mihemmed Kasım el-Arıda, Yakub Mahmud Qedrî, Eyhem Fuad Kemamcî, Mehmûd Abdullah el-Arida endamê rêxistina Cîhada Îslamî nê.
Herwiha kesên ku ji girtîgehê reviyane 10 metre tunel kolane, girtiyên bi cezayê heta hetayê hatine cezakirin û ji heman odeya girtîgehê ne.
Li aliyê din ji bo Filistîniyên ku reviyane bên girtin, lêgerina bi alîkariya helîkopter û firokeyên bêmirov didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse