Termê koçberekî ji Kobaniyê li Cezayirê hat dîtin

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kobanî Koçber Cezayir Ebdilqadir Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdetirî 20 rojan ji binavbûna belemeke koçberan li Cezayirê, termê ciwanekî ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji deryayê hat derxistin.

Roja 11ê vê mehê belemeke koçberan ku ji bajarê Wehranê yê Cezayirê derketibû û ber bi Spanyayê ve diçû, binav bibû.

Di wê belemê de 6 welatiyên ji Kobaniyê jî hebûn.

Ew ciwanê ku nû termê wî hatiye derxistin, navê wî Ebdilqadir Îsa ye û ji gundê Derbazin Horanê yê Kobaniyê ye.

Hat zanîn ku beriya 5 rojan termê wî ji avê hatiye derxistin lê duh ji malbatê re hatiye gotin ku termê kurê wan hatiye dîtin.

Welatiyên ji Kobaniyê yên li gel Ebdilqadir di wê belemê de bûn ev in: Diyala Elî Reşo, Sîham Reşo û hevjînê wê Enter û zarokeke wan ya du salî.

Ji wê belemê tenê zarokê 11 salî yê bi navê Hemodê Elî Reşo rizgar bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst