Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îranê civiyan

06-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî civîna li gel Serokkomarê Îranê û di berdewamiya serdana xwe ya bo Îranê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî civiya.

Li gor agahiyên Rûdawê ji Tehranê, civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf li ofîsa wî li parlamentoya Îranê hat lidarxistin.

Rêwaz Fayiq Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Fewzî Herîrî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Kuyistan Mihemed Wezîra Kar û Karûbarên Civakî, Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, û Mihemed Seîd Elî Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan di civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf de beşdar in.

Di civînê de, peywendiyên navbera Hewlêr-Tehran û pêşxistina wan peywendiyan û mijarên navçeyî tên gotûbêjkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst