Serokomariya Tirkiyê nexşeya hêzên xwe li Herêma Kurdistanê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Komara Tirkiyê îro nexşeya xalên serbazî yên artêşa wî welatî yên li nav axa Herêma Kurdistanê belav kir, ku ji 37 xalên serbazî pêk tên. Di nexşeyê de herwiha cihê kampên PKKê jî hatine destnîşankirin.

Nexşe îro Duşemê 6ê Tîrmeha 2020an û ji aliyê Serokatiya Peywendiyan a Serokaktiya Komara Tirkiyê ve hatiye belavkirin.

Li ser nexşeyê, xalên serbazî yên artêşa Tirkiyê her ji sînorê qezaya Soranê li bakurê rojhilatê Herêma Kurdistanê ve heta sînorê qezaya Zaxo ku bakurê rojavayê Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin.

Herwiha sê xalên serbazî jî li nêzîk Hewlêr, Başîk û Duhokê jî hatine destnîşankirin.

Li ser nexşeya ku Serokatiya Komara Tirkiyê belav kiriye, herwiha hin cih hatine diyarkirin, ku Tirkiyê wan deran weke navçeyên di jêr kontrola Partiya Karkerên Kurdistanê û yan cihên kampên PKKê dibîne.

Li gor wê nexşeyê, hemû ew cihên ku hêzên PKKê lê hene, ji bilî Çiyayê Qendîlê û xalek li nêzîk Qeladzê û Şingalê û Kampa Mexmûrê, bûne cihê şerê rasterat û hêzên Tirkiyê jî li wan deran bicih bûne.

Artêşa Tirkiyê di 15ê Hezîranê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê Hezîranê de jî operasyona “Çengê Piling” li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batîfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

Li gor zanyariyên ji berpirsên îdarî û serbazî yên parêzgeha Duhokê, artêşa Tirkiyê li sînorê nahiyeyên Derkar û Batîfa yên Zaxoyê bi kûrahiya di navbera 15 heta 30 kîlometran hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê. Pêştir Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Lîwa Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihandibû, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometran û artêşa Îranê jî bi kûrahiya 10 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên serbazî, ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve, serbazên Tirkiyê li 12 cihên nû yên stratejîk li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê bicih bûne.

Piştî berdewambûna operasyonên Tirkiyê, hikûmeta Iraqê hêzên Zêrevanên Sînor li pênc cihên stratejîk li sînorê nahiyeyên Batîfa û Derkarê û nêzîkî wan navçeyên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne bombebarankirin, bicih kirine.