500 çekdarên Qaîde li Yemenê hatin kuştin


Hewlêr (Rûdaw)- Artêşa Yemenê ragihand ku di encama operasyonên ku ev çend hefte ne didomin de, 500 çekdarên rêxisitna Qaîde li Yemenê hatine kuştin.

Berdevkê artêşa Yemenê Saîd el-Feqîh duh di kongreyeke rojnamevaniyê de aşkere kir ku ji destpêka operasyonên artêşê li parêzgehên Şibwe û Ebîn di 29ê nîsanê û heta niha de, 500 çekdarên Qaîde hatine kuştin û 39 çekdar jî hatine girtin.

El-Feqîh herwiha got ku di operasyonan de 40 leşkerî yemenî hatine kuştin û 100 leşkerên din jî birîndar bûne.

Berdevkê artêşa Yemenê diyar kir ku operasyonên wan wê li hemû parêzgehan berdewam bike heta ku çekdarên Qaîde nemînin.

Duh jî çekdarên Qaîde bi roket û çekên sivk êrîşî xaleke kontrolê ya hêzên artêş û ewlekariya Yemenê li bajarê Bîhan yê girêdayî parêzgeha Şibwe kirin û 16 leşker kuştin.