Libnan dixwaze koçberên Sûriyê vegerîne

06-05-2023
Hisên Omer
Libnan dixwaze koçberên Sûriyê vegerîne
Libnan dixwaze koçberên Sûriyê vegerîne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên herî nû, zêdeyî milyonekî penaberên Sûrî li Libnanê hene ku dikin %35ê nişteciyên wî welatî. Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, 200.000 zarokên Sûrî li Libnanê ji dayik bûne. Niha hikûmeta Libnanê hewla vegerandina penaberên Sûrî dide û kampanyayeke kîndariyê jî li dijî penaberên Sûrî roj bi roj tund dibe. Lê hinek berpirsên xwecihî yên Libnanê red dikin ku penaberên Sûrî sedema kirîza Libanê û têkçûna aboriya wî welatî bin.

Tevî ku Kampa Balûla ya penaberên Sûrî li Bîqaa rojava ya Libnanê niha hêmin e, lê ew yek ji wan navçeyan bû ku berî çend rojan artêşa Libnanê avêtibû ser û hinek penaberên Sûrî ji nav kampê radestî hêzên Sûriyê kiribûn.

Ligel tevgera artêşa Libnanê kampanyayeke kîndariyê li ser medyaya civakî destpê kiribû û penaberên Sûrî wekî sedema têkçûna rewşa aborî ya Libnanê hatibûn tohmetbarkirin. Lê li ser edê rewş cuda ye.

Mûxtarê Balûla dibêje, penaberên Sûrî ne sedema kirîza Libnanê ne, lê belê Libnan sûdê ji wan werdigire.

Muxtarê Balûlayê Teysîr Ebdulla got: “Nabe ku ji me re bêjin sedema kirîzê penaberên Sûrî ne. Kirîza me ne ji ber wan e. Ew sûdê digihînin welat. Hinek ji wan dimînin û hineke din konên xwe vedikin û vedigerin welatê xwe.”

Serokê Yekîtiya Şarederiyên navçeyê jî rexneyan li desteserkirina heremekê ji aliyê artêşa Libnanê ve digre.

Serokê Sendîkaya Şaredariyên Deşta Biqayê Mihemed el-Meczûb dibêje: “12 şaredariyên min hene, karkerên komkirina zibil û paqijkirinê Sûrî ne, hemû karkerên tora avrêjê Sûrî ne. Yek welatiyê Libnanî van karan nake, ji ber vê yekê pêwîstiya me pê heye."

Li gor amarên herî nû; 1.000.000 Penaberên Sûrî li Libnanê hene. 804362 Penaber li Komsyona Penaberan tomarkirî ne. 200.000 Zarokên Sûrî li Libnanê ji dayik bûne. %90 Ji penaberên Sûrî li Libnanê di jêr hejariya tund de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst