Karayilan û Çataklî derbarê şerê li Zap-Avaşîn de daxuyanî dan

06-05-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê PKK Avaşîn Zap Murat Karayilan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê Çatakli ragihand ku di operasyonên meha Nîsanê de 63 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Ji rêveberên PKKê Murat Karayilan jî diyar kir ku artêşa Tirkiyê li herêmên Zap, Avaşîn-Basyanê ji destpêka operasyona Pence-Kilîd ve heta niha 300 leşkerên xwe ji dest dane.

Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê û Berdevkê Wezaretê Îsmaîl Çataklî di "Civîna Agahdariya Çapemeniyê ya Mehane" ya ku li Salona Konferansê ya Wezaretê hat lidarxistin de daxuyanî da û bersiv da pirsên rojnamevanan.

Çataklî diyar kir ku di Nîsana 2022an de li dijî PKK14 jê mezin û 45 jê navend bi giştî 9 hezar û 439 operasyonên gundewarî li dar xistine û destnîşan kir ku li dijî şaneyên nihênî yên rêxistinê yên li nav bajaran hezar û 324 operasyon pêk anîne.

Çataklî da zanîn ku di operasyonan de 63 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan Berpirsê Herêma Colemêrgê ya rêxistinê ye. Bi gotina Çataklî navê wî kesî Semîh Sayilgan û navê wî yê kod di rêxistinê de "Reber" bûye.

Karayilan: 7 sal in şerek bênavber tê meşandin

Li aliyê din Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan di radyoya Dengê Welat a PKKê de derbarê mijarên rojevê de axivî.

Karayilan diyar kir ku hikûmeta AK Partî-MHPê ne hikûmeteke asayî ye û got, “Ew hebûn û statuya gelê Kurd ji bo dewleta Tirk xeternak dibîne û ji ber vê yekê dixwaze PKKê û gelê Kurd tasfiye bike. Hikûmet vê yekê weke erk dibîne. Ji ber vê yekê ev 7 sal in li dijî me şerekî bênavber dimeşîne.”

Karayilan derbarê operasyona Pence-Kilîd a artêşa Tirkiyê de ku ji 17ê Nîsanê ve li Zap, Avaşîn-Basyanê li sînorê navçeya Amêdî ya Duhokê daye destpêkirin, axivî û got, “Leşker (leşkerên Tirkiyê) nikarin li herêmê bi pêş ve biçin û operasyonê pêk bînin û operasyon negihîşt encamê.”

Karayilan Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar wek "Wezîrê Şer ê Tirkiyê" bi nav kir û got, daxuyaniyên wî yên derbarê şer û operasyonan de ne rast in.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê herwiha diyar kir ku ji destpêka operasyona Pence-Kilîd de artêşa Tirkiyê heta niha 300 serbazên xwe ji dest dane.

Murat Karayilan destnîşan kir ku di şer û pevçûnan de hejmarek gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane û tekez kir, nasnameya hinek ji wan hatiye aşkerekirin û ew dê di demên bê de nasnameya hejmarek gerîlayên din jî aşkere bikin ku di şer de jiyana xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst