Sûriye: Asta ava Çemê Firatê zêdeyî %50 kêm bûye

06-05-2021
RÛDAW
Nîşan Çemê Firatê Sûriye Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Sûriyê daxwaz ji Tirkiyê kir ku asta ava Çemê Firatê bi awayekî dadperwerane bo Sûriye û Iraqê berde.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Sûriyê Temam Reid ji medya welatê xwe re ragihandiye ku asta ava Çemê Firatê zêdeyî ji sedî 50 kêm bûye û vê yekê bandor li wêstgehên avê yên Sûriyê kiriye û dibêje, "Tirkiye sedema kêmbûna avê ye."

Herwiha Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Sûriyê daxwaz ji Tirkiyê kir ku bi awayekî dadperwerane ava Firatê bo Sûriye û Iraqê berde.

Temam Reid diyar kir, "Em dê avê ji Heleb û Himsê bikşînin deverên zerermend, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya vexwarin û çandiniyê."

Ji aliyekî din ve wî wezîrî bang li civaka navdewletî kir ku li ser vê mijarê raweste û got, "Eger ev rewş berdewam be ewlehiya ava parêzgehên Dêrezor, Reqa û Hesekê dikeve metirsiyê."

Berî du rojan ji ber nizimbûna asta ava Çemê Firatê, Wêstgeha Bisêra ku 35 km dûrî bajarê Dêrezorê û Wêstgeha Sewa ya 68 km dûrî bajêr ji kar ketin.

Herdu hikûmetên Sûriye û Tirkiyê sala 1994an rêkeftinek derbarê berdana ava çemê Firatê ku ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe, îmze kirin.

Li gor wê rêkeftinê, rêjeya berdana avê 500 metre sêca di saniyekê de ye, lê niha rêveberiya bendavê dibêje, 200 mm, derdora 75 mm tenê ji bo ava vexweranê tê veqetandin ku devera wan tî nemîne û neçar in rêjeya ava ku derbasî Iraqê jî dibe kêm bikin.

Cîhad Beyram, endamê rêveberiya bendava Tişrînê jî ji Rûdawê re ragihandibû, “Niha em gihiştine astekê ku elektrîkê nakin karê xwe yê pêşî, ji ber ku milet dê tî bibe. Ava vexwarinê karê me ye, em demjimêrên vêxistinê kêm dikin ji bo ku em ava vexweranê dabîn bikin. Ava Tişrînê gihiştiye rêjeyeke metirsîdar. Rêjeya normal 325 e, lê niha gihiştiye 321an.”

Li Rojavayê Kurdistanê 3 bendav hene li ser çemê Firatê ku av û elektrîka deverê dabîn dikin. Lê niha bi hezaran hektar zevî bê av mane û ji 900 mêgawatên elektrîkê ku Rojavayê Kurdistanê ronî dike, tenê 200 bi dest dikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst