XEZE - Hejmara kuştiyan roj bi roj zêdetir dibe

06-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Xezeyê di êrişên Îsraîlê yên di 24 saetên dawî de 54 Filistîniyên din hatin kuştin û hejmara kuştiyan derket 33 hezar û 91ê.

Êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê 182 roj in berdewam dikin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê amarên dawî yên kuştî û birîndaran belav kir.

Di daxuyaniyê hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de li Xezeyê 5 êriş hatin kirin, 54 Filistînî hatine kuştin û 82 Filistînî jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve ku Îsraîlê piştî operasyona Hemasê dest bi êrişan kir, li Xezeyê hejmara kuştiyan derket 33 hezar û 91ê û hejmara birîndaran jî derket 75 hezar û 750.

Du efser ji kar hatin dûrxistin

Bertekên kuştina karmendên alîkariyê yên navneteweyî yên li Xezeyê jî berdewam dikin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî ku 7 karmendên saziya alîkariyê ya navneteweyî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin civiya.

Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de êrişa Îsraîlê hat rexnekirin.

Artêşa Îsraîlê berpirsyariya xwe ya di êrişê de qebûl kir û 2 efserên payebilind ji kar dûr xist.

Li aliyê din Amerîkayê rapora ku Îsraîlê li ser êrişa li karmendên alîkariyê weşand qebûl kir û got, “Ti planeke me ya lêpirsîna serbixwe nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst