Erebistan peywendiya bejahî ya bi Qeterê re dibire

06-04-2018
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Qeter Peywendî Bejahî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Erebistana Siûdî ku bi hinceta têkiliya Qeterê bi Birayên Misilman (Îxwan El Muslimîn) heye, dorpêç daniye ser wî welatî û niha dixwaze li ser sînorê Qeterê kanaleke avê veke û pêwendiya wê ya bi bejahiyê qut bike.

 

Hat îdiakirin ku Erebistana Siûdî li ser projeyekê dixebite daku peywendiya Qeterê bi bejahiyê qut bike. Eger ev proje were bicihkirin, Qeter dê bibe welatekî girav.

 

Li gor nûçeya Arab News hûrgiliyên projeyê bi vî awayî ye:

 

- Rêveberiya Erebistanê, li xeta sînorî ku yekane peywendiya bejahî ya Qeterê ye û 60 kîlometre ye, kanaleke avê vedike. Kanala ku dê di navbera Salwa û Khawa Al Udad de were vekirin, dê bibe sedema wê yekê ku Erebistana Siûdî li aliyê xwe yê rojhilat, dê bibe welatekî ku perava wê ya bênavber heye. Herwiha Qeter jî dê bibe girav.

 

- Ji bo projeyê neh kompaniyên Erebistanê dê bi 2.8 milyar riyal kanalê vekin û ji bo vê yekê li benda pesendkirina projeyê ne.

 

- Piştî pesendkirina projeyê, kanal dê di 12 mehan de were temamkirin. Herwiha kanal dê bi dirêjahiya 60 kîlometre, bi berfirehiya 200 metre û bi kûrahiya 15-20 metre bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst