Hizbulahê 11 caran êrişî Îsraîlê kir

06-03-2024
Nîşan Hizbulah Îsraîl Êriş Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulahê ragihand ku wan ji başûrê Libnanê 11 caran êrişî Îsraîlê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di van êrişan de çeperên leşkerî û cihên sivîlan bûne hedef.

Hizbulahê li ser êrişên xwe yên 24 saetên dawiyê daxuyaniyek da.

Hizbulahê da zanîn ku li bajarokê Hulayê yê li başûrê Libnanê, 3 sivîl di êrişeke Îrsaîlê de hatine kuştin.

Hizbulahê destnîşan kir ku wan ji bo tolhildanê bi dehan mûşekên katyuşayê berdane herêmên Kîryat Şmona û Kifer Blumê yên Îsraîlê.

Îsraîlê jî ragihand ku ji Libnanê 30 mûşek ber bi Kîryat Şmonayê ve hatine berdan û 10 ji wan ji aliyê sîstema parastinê ya asmanî ve hatine xistin.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir gelek caran Hizbulaha Libnanê û Îsraîl jî êrişî hev dikin.

Di van êrişan 232 endamên Hizbulahê, 48 sivîlên Libnanî; 11 leşkerên Îsraîlê û 6 sivîlên Îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst