Amnesty: Nabe hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê rê li ber alîkariyan bigirin

06-03-2023
Hisên Omer
Amnesty: Nabe hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê rê li ber alîkariyan bigirin
Amnesty: Nabe hikûmeta Sûriyê û opozîsyonê rê li ber alîkariyan bigirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) ragihand ku hikûmeta Sûriyê û opozisyona ku Tirkiyê piştevaniya wê dike rê nedane ku alîkariyên mirovî biçin taxên Kurdnişîn li Helebê û herêma Efrînê. Amnesty International dibêje, êdî nabe hikûmeta Sûriyê û opozisyon rê li ber gihandina alîkariyan bigirin.

Meha sibatê, ku meha erdheja wêrankar bû ji binpêkirinên li dijî sivîlan bêpar nebû. Li gorî raporên Rêxistinên mafên mirov, bipêkirinên bi şêweyên cuda li dijî sivîlan hatine kirin.

Li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirov, di meha sibatê de, li Sûriyê 81 kesên sivîl hatine kuştin, 8 ji wan zarok in û 4 ji wan jin in.

Birêveberê Cîbicîkar ê Saziya Hevdestî Izedîn Salih ku binpêkirnan bi belge dike, ji Rûdawê re behsa zêdebûna binpêkirinan û şêweyê rûbirûbûna wan kir.

Birêveberê Cîbicîkar ê Hevdestî Izedîn Salih amaje bi wê yekê kir nebûna sizakirin û lêpirsînê dibe sedem ku kiryarên binpêkirina mafê mavên mirovî zêde bibin.

Ji aliyekî din ve, di rapora xwe ya herî dawî de, Amnesty International eşkere kiriye ku di navbera 9 û 22yê sibatê de, hikûmeta Sûriyê rê neda 100 barhilgirên alîkariyên mirovî ku derbasî taxên kurdnişîn li Helebê bibin.

Li gor rapora Amnestyê di heman demê de, Opozisyona ku Tirkiyê piştevaniya wê dike rê neda 30 balhigiran ku derbasî Efrînê bibin.

Amnesty diyar kir ku ev alîkarî ji aliyê desthilatên Kurdî ve hatibûn şandin. Amnesty International got jî, êdî nabe hikûmeta Sûriyê û opozisyona ku Tirkiyê piştevaniya wê dike rêgiriyê li gihandina alîkariyan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst