Li El Babê 4 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn

Navenda Nûçeyan – Li bajarê El Babê yê Sûriyê di encama êrişekê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin birîndarkirin.


Li li bajarê El Babê yê ku ji aliyê leşkerên Tirk û çekdarên Artêşa Sûriya Azad ve di encama operasyona Mertalê Firatê de ji DAIŞê hat girtin, êrişek li dijî leşkerên artêşa Tirkiyê pêk hat.


Di encamê de 4 leşkerên artêşa Tirkiyê birîndar bûn.


Piştî bûyerê 3 leşkerên birîndar ku birîna wan sivik e ji bo dermnakirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê û leşkerekî jî birîndar wî dijwar veguhestine nexweşxaneya Dîlokê.


Hat gotin ew êriş ji hêla Minbicê ve ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi hawanan hatiye encamdan.