Hizbulaha Libnanê 62 mûşek avêtin Îsraîlê

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Libnanê ragihand ku wan ji bo tolhildana kuştina yek ji serkirdeyên Hemasê Salih El-Arûrî, îro danê sibehê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kiriye.

Kanala El-Mayedîna nêzikî Hizbulahê ragihand ku piştî kuştina serokê Lîwayên Qesamê Salih El-Arûrî, Hizbulahê wekî bersivekê 62 mûşek avêtine baregeha kontrola esmanî ya Meronê ya Îsraîlê.

Baregeha kontrola esmanî ya Meronê ya li ser Çiyayê Carmaqê yê li bakurê Filistînê ye.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nesrûllah roja sêşemê di daxuyaniyekê de gotibû, “Eger tola serkirdeyên Hemasê yên ku tên kuştin neyê hilanîn, dê Îsraîl bêhtir êrişî Libnanê bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst