Hevpeymanan: Li Dêrezorê êrîşî bingeheke me ya serbazî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê bi mûşekan êrîşî bingeheke serbazî li derdora bajarê Dêrezorê kirin. Ev êrîş piştî tenê rojekê ji êrîşeke din a mûşekî li ser heman bingehê tê ku hat pûçkirin.

Duh Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand, ku bingeheke wan ya serbazî li gundê Xedraa bi 8 mûşekan hat armanckirin.

Li gor daxuyaniyê, ti ziyaneke canî nebûye lê hejmarek ji wan mûşekan li nava bingeha hevpeymniyê ketin û hinek ziyanên madî hene.

Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, wan bersiva wê êrîşê daye û 6 top avêtine cihê çavkaniya wê êrîşê ku ji derveyî bajarê Meyadên bûye, berpirsyaretiya êrîşê jî dixe stûyê aliyê şerxwaz ê ser bi Îranê ve.

Fermandarê Hevpeymaniyê John Brinan dibêje, Hevpeymaniya wan bi berdewamî rûbirûyî êrîşên ku ser hêzên wan li Sûriyê û Iraqê têne kirin, dibe ji aliyê milîsan ve ku Îran piştevaniya wan dike.

Wî fermandarê hevpeymniyê got jî, Hevpeymanan mafê xwe heye li dijî her êrîşekê berevaniyê li xwe û hêzên hevbeşên wan bike.