Erdogan: Netanyahu ji bo dirêjkirina temenê xwe yê siyasî ewlehiya herêmê dixe metirsiyê

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan Erdogan Qeter Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê pêşhatên dawî yên şerê Hemas û Îsraîlê de got: “Rêveberiya Netanyahu, ji bo dirêjkirina temenê xwe yê siyasî ewlehî û paşeroja hemû herêma me dixe metirsiyê.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan  îro li Qeterê beşdarî 44emîn Lûtkeya Konseya Hevkariya Welatên Kendavê bû û têde gotarek pêşkêş kir.

Erdogan ragihand ku pêwendiyên Tirkiyeyê her diçe zêdetir li gel welatên Kendavê pêşve diçin û got:

“Beşdariya lûtkeyê dê bibe derfet ku ev pêwendî zêdetir ber bi pêşve biçin.”

Erdogan eşkere kir ku asta bazirganiya Tirkiyeyê ligel welatên Kendavê di 20 salên dawî de 13 qat zêde bûye û got:

“Ji sala borî (2022) û pê ve gihiştiye 23 milyar dolaran.”

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşhatên dawî yên şerê Hemas û Îsraîlê û got:

“Rêveberiya Netanyahu, ji bo dirêjkirina temenê xwe yê siyasî ewlehî û paşeroja  hemû herêma me dixe metirsiyê.

Canjidestdana 17 hezar sivîlên Filistinî yên bê guneh ku pirawaniya wan jin û zarok in tawaneke mirovî û şer e. Divê ev tawanên ku Îsraîl dike jê re nemînin.”

Erdogan da xuyakirin ku Tirkiye di mijara Filistînê de amade ye ji bo çareseriya dîplomasî û diyalogê berpirsyariyê werbigire û bibe welatek garantor.

Serokkomarê Tirkiyê behsa şer û aloziyên li Sûriyeyê jî kir û got:

“Em armanc dikin ku di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254an ji  bo hevrikî û dubendiya li Sûriyeyê  çareseriyek siyasî bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst