Blinken ji nişka ve çû cem Mehmûd Ebas: 'Piştî şer Xezeyê bi rê ve bibe'

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmûd Ebas Antony Blinken Hemas Îsraîl Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi serdaneke ji nişka ve çû Şerîaya Rojava û bi Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re civiya.

Ev civîn di demekê de ye ku Îsraîl êrişên xwe yên ji bo jinavbirina Hemasê li Xezeyê berfirehtir kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken rojekê piştî hevdîtina xwe ya bi wezîrên derve yên welatên Erebî ya li Urdunê, di bin tedbîrên ewlehiyê yênn tund de çû Ramalahê.

Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê diyar kir ku Blinken di hevdîtina xwe ya bi Mehmûd Ebas re de diyar kir ku divê Filistîniyên li Xezeyê bi darê zorê ji cih û warên xwe neyên koçberkirin.

Her du alî herwiha li ser “rawestandina tundûtûjiya li dijî Filistîniyan” a li Şerîeya Rojava axivîn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê Wafayê Ebas di hevdîtinê de “qirkirin û wêrankirina li Xezeyê ya ji aliyê Îsraîlê ve ku li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî tevnagere” şermezar kir.

Hefteya borî, Blinken di rûniştina Senatoyê de ragihand ku divê piştî şer Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, careke din kontrola Xezeyê bixe destê xwe.

Ebas piştî hevdîtina bi Blinken re ragihand ku heger ji bo pirsgirêka Îsraîl û Filistînê “çareseriyeke siyasî ya berfireh” bê dîtin, Rêveberiya Filistînê li Xezeyê dîsa dikare bibe desthilatdar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst