Hemas: Di êrişên Îsraîlê de herî kêm 60 dîl hatine kuştin

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan Xeze Îsraîl Hemaz Lîwayên Qesamê Dîlên Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê serbazî yê Hemasê îdia kir ku di êriş û bombebaranên Artêşa Îsraîlê de herî kêm 60 dîl hatine kuştin.

Berdevkê baskê serbazî yê Hemasê yê Lîwayên Qesamê Ebû Ubeyde li ser tora civakî Telegramê peyamek belav kir.

Ebû Ubeyde diyar kir ku zêdetirî 60 dîlên di destê wan de hatine kuştin.

Herwiha Ubeyde ragihand ku 23ê termê dîlan di bin avahiyên herîfî yên Xezeyê de ne û wiha got:

“Wiha naxuye em bikarin bigihin dîlan ji ber êrişên berdewam ên Îsraîlê yên li dijî xelkê Xezeyê.”

Heta niha Îsraîlê ti daxuyaniyek li ser wan zanyariyên Berdevkê Lîwayên Qesamê de nedaye.

Hefteya borî, Hemasê ragihandibû ku herî kêm 50 dîlên di 7ê Çiriya Pêşîn de ji aliyê wan ve hatibûn girtin, ji ber bombebarana Îsraîlê ya li Xezeyê hatine kuştin.

Roja 2yê Çiriya Paşînê berpirsên Amerîkayê ragihandibû ku welatê wan rojane dronên çavdêriyê bi ser Xezeyê de belav dike daku derbarê çarenivîsa dîlan de zanyariyan wergirin.

Li gorî Artêşa Îsraîlê, herî kêm 240 Îsraîlî û welatiyên welatên din, ji aliyê çekdarên Hemasê ve wekî rehîne hatine girtin.

Her roja Şemiyê, Lîwayên Qesamê diyar kiribû ku 200 heta 250 kesan wek dîl li ba wan in û hejmarek ji wan serbazên Îsraîlê ne.

Çend hefte ne Qeter ji bo azadkirina wan dîlan serpereştiya hewlên navdewletî dike.

Heta niha Hemasê çar rehîne azad kirine ku hemû jin bûn, du ji wan Îsraîlî û duyên din jî Amerîkî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst