Lubnan: Kesûkarên qurbaniyên teqîna Beyrutê daxwaza rastî û dadperweriyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Kesûkarên qurbaniyên teqîna li bendera Beyrut a paytexta Lubnanê ji paşketina ragihandina navên aliyên tohmetbar nîgeran û nerazî ne û daxwaz dikin, ku givaş li dadwerê lêkolîna dosyeyê neyê kirin, daku bikare erkê xwe pêk bîne.

Teqîn di Tebaxa 2020ê de çêbibû, lê heta niha ti lêkolîneke ciddî li ser nehatiye kirin, lê di dema dawî de ev dosye ket destê dadwer Tariq Beytar, ku karî gelek rastiyan kifş û bellû bike, û çend berpirs û wezîran bo lêkolînê vexwîne, lê Hizbullaha Lubnanê û Tevgera Emel li dijî vê lêkolînê rawestiyan, ji ber çend tometbar ji wan in.

Rîma Zahid, xwîşka yek ji qurbaniyên teqîna li bendera Beytrutê, bi hêrseke zêde ve nerazîbûna xwe ji wê yekê nîşan dide, ku heta niha ji ber zexta hin aliyan, tohmetbar an tohmetbarên bûyera teqîna li Bendera Beyrutê nehatine diyarkirin.

Rîma Zahid dibêje, “Şerm û fedî bikin, ev sal û sê mehin em li bendê ne, em zêdetir namînin, bihêlin dadwer Tariq Beytar bi karê xwe rabe, û lîsteya tometbariyê ragihîne. Xwe li paş parêzbendiya xwe veneşêrin, xwe li paş tayifegeriya xwe ya siyasî veneşêrin, em zêde ji we aciz bûne û dilê me ji we maye.”

Aliyên Şîî di hikûmeta nû ya Lubnanê de, hişyarî dan Serokwezîr Necîb Mîqatî, ku ew di civînan de amade nabin, eger dadwer Tariq Beytar ji dosyeya teqîna Beyrûtê neyê dûr xistin, lê Mîqatî ji wan re got: Kesên dixwazin îradeya xwe bisepînin daku iflîca siyasî pêk bînin ew şaş in.

Cecile Roukoz, kesûkara qurbaniyekî teqîna li Bendera Beyrutê dibêje, “Dema êrîşeke wiha li ser kesekî bi vî awayî hebe, û hemû kesên tometbar siyasî bin, û şer dijî wî bikin, ev tê bi wataya ku ew jê ditirsin, lê em jê re dibêjin zêde baweriya me bi te heye, û em li bendê ne tu lîsteya tometbariyê ragihîne.”

Baweriya xelkê Lubnanê bi dewlet û hikûmeta wan nemaye, ji 2019an ve Lubnanî dadkevin ser cadeyan û dijî hikûmetê û aliyên siyasî xwepêşandanan dikin, hevdem baweriya aliyên siyasî jî bi hev nemaye, lewra ev 3ê hefte ne hikûmeta Lubnanî ji ber daxuyaniya wezîrê ragiahandinê Goerge Qerdahî dijî Siûdiyê neciviyaye.

Hiyam Buqayî, kesûkara qurbaniyekî teqînê dibêje, “Eger nehêlin dadwer Beytar bi karê xwe rabe û wî dûr bixin, bi rastî wê tiştekî nedîtî çêbibe, em ê maseyê li ser serên wan biqulipînin. Dewleta Lubnanî kurrê min kuştiye û tawanbaran vedişêre. Van wezîran kurrê min kuştine: Elî Hesen Xelîl, Xazî Zieyter, Nihad Meşnûq û Hesan diyab, ez bi hêvî me hemû bêne şeniqandfin.”

Bi gotina hemû pisporên Lubnanî, navherêmî û navdewletî Lubnan di xerabtirîn krîz re derbas dibe, Lîreyê Lubnanî %90ê bihayê xwe ji dest daye, Lubnan bi 90 milyar dolar deyndar e, %55ê xelkê Lubnanê di bin hêla hejariyê de dijîn, bêkariyê %30 lê çêbûye, ji ber krîzê zêdeyî 600 pizîşkî welat bicîh hiştine, û milyon û 200 hezar zarok ji ber hejariyê naçin dibistanê û kar dikin.