Li Girê Sipî û Babê du teqîn çê bûn

05-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girê Sipî li bakurê Reqayê  û li Babê li bakurê rojhilatê Helebê di heman demê de du teqîn çê bûn, di encama herdû teqînan de 2 kes hatin kuştin û hijmarek kesên din birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li gundê Zêdiyê li başûrê Silûka Girê Sipî li bakurê Reqayê di encama armancgirtina rêbendeke Artêşa Niştîmanî ya ser bi Tirkiyê ve, çekdarek hat kuştin û du çekdarên din birîndar bûn.

 Herwih di heman demê de li bajarê Babê ku li jêr kontrola opozisyinê ye, otombîleke bombekirî teqiya.

Di encama wê teqînê de jî sivîlkê cane xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.

Roja duşema borî her li bajarê Babê di encama teqînekê de çend depoyên sotemeniyê şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst