Îbrahîm Kalin: Cemidandin ne bes e divê encamên referandumê bêne hilweşandin

05-11-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Îbrahîm got, encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê bêne hilweşandin.

 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihand li ser daxwaza Tirkiyê,  dema Kongreya Gelên Sûriyê ya Soçiyê hatiye derengxistin.


Biryar bû 18ê Mijadara 2017ê  Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Gelên Sûriyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê birêve biçe lê bi gotina Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li ser daxwaza welatî wî dema wê hatiye derengxistin.


Îbrahîm Kalin derbarê rojevê de daxuyanî da televîzyona NTV a tirkî û got: “Rayedarên rûsî gotin, ew plan dikin ku Kongreya Gelên Sûriyê lidar bixin. Me jî ji wan re got derbarê vê yekê de zêdetir agahiyan bidin me. Wan got bila. Me piştre nerazîbûna xwe li dijî wê nîşan da. Li ser wê yekê Kremlîn jî bi me re ket peywendiyê û ragihand wan dema kongreyê paş xistine.”


Di berdewamiya axaftina xwe de Kalin got: “Peywendiyên me ligel Rûsyayê berdewam in. Serokomarê me jî de peywendiyan pêk bîne. Rûsyayê Kongreya Gelên Sûriyê dereng xist û PYD dê beşdar nebe.”


Dema Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Gelên Sûriyê li Soçî ji bo rewşa Sûriyê hate derengxistin û dema nû ji bo lidarxistina kongreya navborî nehatiye diyarkirin.


Tê çaverêkirin herdu aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kongireyê de beşdar bibin.


Tirkiyê bi tûndî li dijî beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêzên nêzîkî wê di kongireya Soçî de derdikeve, Rûsya jî tekez dike, ku dê aliyên Kurdî beşdar bibin û ew naxwazin ti alî were piştguhxistin.


"Bila referandum bê betalkirin"

 

Derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî Kalin got: “Di pêvajoya referandumê de me gellek hişyarî dabûn rêveberiya Hewlêrê. Bi bi rojan bi mehan ji wan re got wê şaşiyê nekin an hûn dê tiştên di destê xwe jî ji dest bidin. Lê mixabin guhdariya me nekirin ne tenê ya me, guhdariya Îran û Bexdayê jî nekirin û referandum pêk anîn. Me hemûyan encamên wê dîtin. Encam weke me digot derket. Beşek destkeftiyên xwe jî ji dest dan.

 

Dibe ku ev yek ji bo Iraqê bibe destpêka guhartinên xêrê. Çimkî Kerkûk beşeke ji herêmên bi nakok ve be jî dixwestin bi Rêveberiya Herêma Kurdî ve girê bidin û Kerkûk dibû çavkaniya aloziyan. Ev ji bo me jî çavkaniya nearamiyê bû. Beriya her titştî Kerkûk bajareke tikmenî ye, Begûman li wê derê kurd û ereb jî hene lê rêveberiyeke wekhev nebû.

 

Tirkiyê xwestibû encamên referandumê  bêne hilweşandin. Em dibêjin tenê cemidandina ne bes e divê encamên referandumê bêne hilweşandin.”

 

“Bila statê vegere berê”

 

Di bedwamiya axaftina xwe de Kalin wiha got: “Divê statû vegere beriya referandumê. Rêveberiya Hewlêrê ji me re wiha dibêje: `Raste rast tiştek nehatiye guhertin. Me dewlet ranegihand û sînor neguhertin.` Lê vê yekê weke koz li hemberî Iraqê bikar bînin ew ji bo yekparçeya xaka Iraqê metirsî ye. Lema em dibêjin bila encamên referandumê betal bikin. Rêveberiya Hewlêrê dê cava ji gelemberiyê bibêje em nizanin. Êdî ew wê yekê dizanin.”

 

“Me çend mueyîde sepandin”

 

Derheqê mueyîdeyên Tirkiyê yên li hemberî Herêma Kurdistanê pêkanîn de jî Kalin wiha da xuyakirin: “Jixwe dema referandum hat emcandan me çend mueyîde sepandin. Me qada xwe ya asmanî qedexe kir û geştên xwe rawestandin û herwiha me peywendiyên xwe jî cemidandin. Lê em naxwazin bibin sedem ku zerar bigihêje xelkê wê derê. Me ji Bexdayê re pêşniyar kir ku hûn kontrola deriyê sînorî bikin da  ku em jî danexin. Ev pêvajo hêj berdewam e.”

 

“Veguhestina petrolê berdewam e”

 

Berdevkê Srokomariya Tirkiyê herwiha da zanîn ku wan xeta boruya petrolê negirtine û wiha pê de çû:

 

“Çimkî daghûtuya wê diçe ji Bexdayê re. Bexda jî ji sedî 17 dahata wê dide Hewlêrê. Lê niha peywendiyên Bexda û Hewlêrê ne baş in. Di  nav Hewlêrê de hinek pirsgirêk hene. Peywira Mesûd Barzanî nehat dirêjkirin û desthilatdariya wî hat dabeşkirin. Lê em her tim ligel kurdên Iraqê bûne û peywendiyên me ligel wan baş bûye. Ev helwesta me nehatiye guhertin. Lê ne dibû em xwe ji şaşiyeke bê encamdan dûr bixin. Çimkî parçekirina xaka Iraqê dê bandor li herêmê jî bikirya.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst