Medyaya Îsraîlê: Ji bo êrişeke mezin amadehî tên kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê wekî bersiveke ji bo êrişa bi mûşekan a ku Îranê li Îsraîlê xist, amadehiyan dike êrişeke "mezin û tund" a leşkerî li dijî Îranê li dar bixe.
Di nûçeyên televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê, rojnameya Haaretzê û radyoya artêşê de hat gotin ku artêşa wî welatî ji bo êrişeke "mezin û tund" a leşkerî li dijî Îranê amadehiyan dike.
Hat diyarkirin ku ji êrişa Îranê û vir ve, artêşa Îsraîlê plana bersivekê dike û niyeta wan nîne ku êriş bêyî bersiveke tund derbas bibe.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di wê baweriyê de ne aliyên din ên hevpeymana dijî Îranê jî beşdarî êrişê bibin.
Her wiha hat gotin ku Îsraîl di warê navneteweyî de ji dewletên din ên ku pirsa Îranê wekî pirsa xwe dibînin, piştevaniyê werdigire.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku îro berpirsên leşkerî yên pilebilind bi nûnerên hevpeymanê xwe re civînek li dar xistiye û Îsraîl difikire ku Amerîka dê di bersivdayîna Îranê de roleke aktîv bigire.
Supaya Pasdaran a Îranê 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an ragihandibû ku wan bi dehan mûşekên balîstîk êrişî Îranê kiriye.