Medyaya Îsraîlê: Ji bo êrişeke mezin a li Îranê amadehî tên kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê wekî bersiveke ji bo êrişa bi mûşekan a ku Îranê li Îsraîlê xist, amadehiyan dike êrişeke "mezin û tund" a leşkerî li dijî Îranê li dar bixe.

Di nûçeyên televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê, rojnameya Haaretzê û radyoya artêşê de hat gotin ku artêşa wî wleatî ji bo êrişeke "mezin û tund" a leşkerî li dijî Îranê amadehiyan dike.

Hat diyarkirin ku ji êrişa Îranê vir ve, artêşa Îsraîlê plana bersiveke dike û niyeta wan nîne ku êriş bêyî bersiveke tund derbas bibe.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku di wê baweriyê de ne aliyên din ên hevpeymana dijî Îranê jî beşdarî êrişê bibin.

Her wiha hat gotin ku Îsraîl di warê navneteweyî de ji dewletên din ên ku pirsa Îranê wekî pirsa xwe dibînin, piştevaniyê werdigire.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku îro berpirsên leşkerî yên pilebilind bi nûnerên hevpeymanekî xwe re civînek li dar xistiye û Îsraîl difikire ku Amerîka dê di bersivdayîna Îranê de roleke aktîf bigire.

Supaya Pasdaran a Îranê 1ê Çiriya Pêşîna 2024an ragihandibû ku bi dehan mûşekên balîstîk, li dijî Îsraîlê êriş daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst