David Schenker: Amerîka naxwaze şerê li herêmê mezintir bibe

2 demjimêr berê
RÛDAW
David Schenker û Nûner Fatih\ Wêne: Rûdaw Grafîk
David Schenker û Nûner Fatih\ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Îsraîl Îran Şerê Xezeyê Êrişa Mûşekî ya Îranê Amerîka David Schenker Yemen Îraq DAIŞ Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîplomatê Amerîkî David Schenker diyar kir ku Amerîka naxwaze Îsraîl êrişî Îranê bike û şerê Rojhilata Navîn mezintir bibe.

Alîkarê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê David Schenker bû mêvanê Bultena Rûdawa Îro ku Nwêner Fatih pêşkêş dike.

David Schenker diyar kir ku Amerîka naxwaze şerê li Rojhilata Navîn mezin bibe û Îsraîl êrişî Îranê bike.

Li gorî gotina David Schenker niha li çend welatên Rojhilata Navîn derfet heye ku DAIŞ careke din serî hilde.

David Schenker amaje bi wê yekê kir kir diyar nîne bê ka Îsraîl dê êrişî jêrxaneya atomî ya Îranê bike yan jêrxana xizmetguzariyên mirovî bike.

David Schenker behsa metirsiya şer kir û da zanîn ku ti welat razî nabe ku Îran careke din êrişî Îsraîlê bike.

David Schenker di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku ji ber destwerdanên Îranê dewletên wekî Sûriye, Libnan û Yemenê lawaz bûne û bûne cihên guncav ji bo DAIŞê ku careke din serî hilde.

“Amerîka dilgiran e ku Îsraîl êrişî navendên atomî yên Îranê bike”

David Schenker li ser metirsiya şerê Îran û Îsraîlê û helwesta Amerîkayê got:

"Amerîka şerekî berfireh naxwaze. Amerîka dilgiran e ku Îsraîl êrişî navendên atomî yên Îranê bike.

 demê dê ne tenê mûşekên Îranî bi ser Îsraîlê de werin avêtin, dê milîsên Îraqî yên wekî Heşdî Şeibî jî bi mûşekan êriş bikin dê Hûsiyên Yemenê jî û çekdarên li Sûriyeyê jî êriş bikin.

Îsraîl teqez dê êrişî Îranê bike. Ti welat qebûl nake ku Îran carekê din bi mûşekan êriş bike lê Îsraîl du caran rastî van êrişan hat.”

“Îsraîl dê plana xwe li gorî xwe hilbijêrê”

David Schenker tekez kir ku Îsraîl dê êrişa Îranê bê bersiv nehêle û da zanîn:

“Îsraîl dê nehêle ku ev yek wisa derbas bibe. Mûşekên Îranê zêde zerer nedane Îsraîlê û kuştina Filistînîyekî nayê wê wateyê ku Îsraîl dê wê êrişê bê bersiv bihêle.

Îsraîl dixwaze peyameke zelal bide Îranê ku ev peyam nayê qebûlkirin.

Îsraîl bi salan e di bin êrişên Îranî yên li Îraq, Yemen, Libnan û Sûriyeyê de ye.

Gelo Îsraîl dê êrişî jêrxana enerjiyê, navendên atomî, jerxana mirovî bike yan dê êrişî Supaya Pasdarên Îranê bike?

Îranê eşkere kir ku dê êrişî baregeha hêzên hewayî ya Mossadê ya li Damonayê ya çola Neqabê kir.

Îsraîl dikare êrişî navendên bi vî rengî yên li Îranê jî bike.

Rêveberiya Biden bangî Îsraîlê kir ku bersiva we bi qasî êrişa Îranê be. Ez nizanim ku ev tê çi wateyê.

Gelo Îsraîl jî dê 180 mûşekên balîstîk biavêje Îranê?

Bi dîtina min Îsraîl hedefên xwe li gorî pîvanên xwe hildibijêre.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst