Li Rojavayê Kurdistanê dê operasyon were kirin? Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê bersiv da

05-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tırkıye Operasyon Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, derbarê êrişeke muhtemel a li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand ku "Operasyona bejahî ne vebijarka tekane ye."

Rawêjkarê Çapemenî û Pêwendiyên Gel ê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk di "Civîna Agahdarkirinê ya Heftane" de axivî.

Zekî Akturk bi bîr xist ku li herêmên Metîna, Gare, Xakurk, Qendîl û Asosê yên Başûrê Kurdistanê 1, 3 û 4ê Çiriya Pêşîn li hemberî PKKyê operasyonên asmanî hatin kirin.

Bi gotina Zekî Akturk di heyama navborî de 58 binke û cihên PKKyê hatin bombebarankirin.

Zekî Akturk got ku vê hefteyê di encama êrişên artêşa Tirkiyeyê de 37 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

HPG: Amar ne rast in

Ji aliyê din ve Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKyê duh derbarê êrişên asmanî yên Tirkiyeyê de daxuyannî dabû.

Di daxuyaniya xwe de HPGyê diyar kiribû ku piştî êrişa li Enqereyê artêşa Tirkiyeyê êrişên xwe zêde kirine lê amarên tên ragihandin ne rast in.

HPGyê got, “Dewleta Tirk îdîa kir ku piştî çalakiya li Enqereyê ji bejahî û hewayê ve bombe li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin û gelek windahî dan hêzên me yên gerîla.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye. Daxuyaniyên ku dewlet û artêşa Tirk di vê mijarê de dane hemû derew in û bi armanca şerê psîkolojîk in.”

530 kes hatin girtin

Rawêjkarê Çapemenî û Pêwendiyên Gel ê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hewiha got ku  hefteya dawiyê 530 kesên dixwest bi rêyên derqanûnî derbas bibin hatin girtin.

Li ser pirsa gelo li Rojavayê Kurdistanê operasyona bejahî dê were kirin? çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand:

“Operasyona bejahî ne vebijarka tekane ye"

“Di bidestxistina hedefan a bi rêbazên leşkerî de gelekî şêwazên cuda yên operasyonan hene. Armanca me tenê îmhakirina rêxistinên ji bo Tirkiye û miletê me metirsîdar in tune bikin. Operasyona bejahî ne vebijarka tekane ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst