Idlib: Hêzên Tirkiyê droneke Îranê xistine xwarê

05-10-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Idlib Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojhilatê bajarokê Binnişê li bakurê Idlibê, hêzên Tirkiye ku li wir dimînin droneke Îranî ji core Muhacir-5 anîn xwarê.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), roja 5ê Îlona 2022an li rojhilatê bajarokê Binnişê li bakurê Idlibê, hêzên Tirkiye ku li wir dimînin droneke Îranî ji core Muhacir-5 anîn xwarê, heta niha jî ti zanyarî li ser xistina vê drone nehatine zanîn.

Meha borî jî, Li Til Rifatê hêzên hikûmeta Sûriye du dronên Tirkiye anîbûn xwarê, her wiha li Kobanî jî HSDê droneke Tirkiyê anîbû xwarê.

Çalakvanên SOHRê duh ragihandibûn ku firokeyên şer ên Rûsyayê jî êrîşên asmanî li eniya Kabana li gundewarê bakurê Laziqiyê pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst