Prof. Dr. Huseyin Bagci: Tirkiye polîtîkayeke pragmatîk dimeşîne

19 demjimêr berê
Nîşan Misir Ebdulfettah Sîsî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Akademîsyenê Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Huseyin Bagci eşkere kir ku Tirkiye polîtîkayeke pragmatîk dimeşîne.

Piştî 12 salan a qutbûna peywendiyan, doh Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî li Enqereyê bû û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.

Her du aliyan li ser 17 xalên derbarê peywendiyên siyasî, aborî, bazirganî û veberhênanê de li hev kirin.

Her wiha gihîştin wê biryarê ku qebareya bazirganiya hevbeş bigihînin 15 milyar dolaran.

Misir û Tirkiyeyê biryar da ku dê di meseleyên piştgiriya Filistînê, nehiştina aloziyên li Sûriyeyê, bihêzkirina proseya siyasî ya Lîbyayê û bihêzkirina ewlehiya Afrîkayê de bi hev re bixebitin.

Akademîsyenê Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Huseyîn Bagci bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û behsa peywendiyên Misir û Tirkiyeyê kir.

“Tirkiye vedigere siyaseta beriya Bihara Erebî”

Huseyîn Bagci behsa peywendiyên dîrokî yên Misir û Tirkiyeyê kir û got:

“Misir û Tirkiye di vê erdnîgariyê de du welatên pir girîng in.

Van her du welatan beriya niha di navbera xwe de mekanîzmayek ava kiribûn ku her şeş mehan carekê li ser geşedanên herêmê gotûbêjan bikin.

Di serdema Husnu Mubarek û Suleyman Demirel de dest bi vê mekanîzmayê hat kirin.

Serdana Ebdulfetah El Sîsî ya Enqereyê dikare wekî vegerandina polîtîkayên Tirkiyeyê yên beriya Bihara Erebî were nirxandin û wekî gavavêtineke bi paş ve were dîtin.

Her wiha 17 peymanên ku doh hatin îmzekirin nîşan didin ku têkiliyên her du welatan dê di paşerojê de xurtir bibin.

Tirkiye û Misir ji aliyê jeopolîtîk û jeoekonomîk ve du welatên herî girîng ên vê erdnîgariyê ne.

Dema em li bûyera Xezeyê dinêrin her du welat hem ji aliyê exlaqî û hem jî ji aliyê siyasî ve aktorên girîng in.

Ji ber vê yekê ev serdan girîng bû lê wê çi were kirin bi îradeya siyasî ya her du aliyan ve girêdayî ye.

Polîtîkayên Serokomar Erdogan ên di dema Bihara Erebî de rastî rexneyên mezin hatin.

Dewlet ne dost û neyarên daîmî yên hevdû ne, berjewendiyên wan ên herdemî hene.

Li ser vê bingehê em dibînin ku Tirkiye siyaseteke pir pragmatîk dimeşîne.

Hewl dide peywendiyên xwe yên ku di van 12 salên dawî de xirab bûne, ne tenê bi Misirê re, bi welatên din ên Kendavê re jî  bi taybetî Îmaratê re baştir bike.

Ji ber ku Rojhilata Navîn û cîhana Erebî di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de cihekî girîng digire.

Dê rexne her tim hebin lê serdana Sîsî ya Tirkiyeyê û qebûlkirina vê serdanê ji aliyê Tirkiyeyê ve biryareke rast bû."

“Misir dewleteke girîng a herêmê ye”

Prof. Dr. Huseyin Bagci behsa rola Misirê ya li Rojhilata Navîn kir û wiha berdewam kir:

“Li Qahîreyê li ser rewşa Xezeyê di navbera Îsraîl û Misirê de gelek civîn hatin lidarxistin.

Peywendiyên girîng di navbera Misir û Îsraîlê de hene.

Bi baweriya min dê Misir di peywendiyên Tirkiye û Sûriyeyê de jî xwedî roleke girîng be.

Li Rojhilata Navîn gotinek heye, ‘bê Sûriye şer û bê Misirê jî aştî nabe’ bi dîtina min divê peywendiyên Tirkiye û Sûriyeyê jî wekî peywendiyên bi Misirê re werin asayîkirin.

Wisa dixuye ku pêşketina peywendiyên bi Sûriyeyê re dê ne wekî yên bi Misirê re bin.

Ji ber ku li Tirkiyeyê zêdetirî 4 milyon Sûriyeyî hene û pirsgirêkên mezin ên ewlehiyê hene. “

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst