Tirkiye û Misirê 17 peyman îmze kirin

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Misir Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û Misirê li Enqereyê di warên cuda de 17 peyman îmze kirin.

Tirkiye û Misir pişt 12 salan dest bi baştirkirina pêwendiyên xwe dikin û Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî duh çû Enqereyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi merasîmeke fermî Ebdulfetah Sîsî pêşwazî kir.

Piştî hevdîtinên her du aliyan, bi amadebûna Erdogan û Sîsî di sektor û warên cuda de 17 peyman hatin îmzekirin.

17 peymanê hatine îmzekirin ev in:

1 - Peymana li ser Bipêşxistina Parka Pîşesazî ya Paytexta Îdarî ya Nû

2 - Peymana Dabînkirina Zeviyê ji bo Pêşxistina Parka Pîşesaziyê li Bajarê Çandiniyê yê Nû

3 - Peymana Lihevkirinê ya di Qada Polîtîkaya Rikeberiyê de ya di navbera Saziya Rikeberiyê ya Komara Tirkiyeyê û Saziya Rikeberiyê ya Komara Erebî ya Misirê de

4 - Peymana li ser hevkariya di warê xwendina bilind de ya di navbera Lijneya Xwendina Bilind a Tirkiyeyê û Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Misirê de

5 - Peymana li ser pêşxistina hevkariyê ya di sektora rêyên hesinê de ya di navbera Saziya Rêyên Hesinî ya Dewletê ya Tirkiyeyê û Saziya Rêyên Hesinî ya Neteweyî ya Misirê de

6 - Peymana di navbera Îdareyên Hewayî yên Sivîl de

7 – Peymana di warê teknolojiyên de yên di navbera Wezareta Veguhastin û Avahîsaziyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Ragihandin û Teknolojiyê ya Misirê de

8 - Peymana Hevkariya Zanistî, Aborî û Teknîkî di warê çandiniyê de ya di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Misirê de

9 - Peymana Hevkariya di warê Tenduristî û  Qadên Bijîşkî ya di navbera Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Tenduristî û Nifûsê ya Misirê de

10 - Peymana di navbera Serokatiya Îdareya Pêşketin û Piştevaniya Kargehên Biçûk û Navîn ên Tirkiyeyê û Ajansa Pêşketin û Piştgiriya Kargahên Biçûk û Navîn ên Misirê de

11 – Peymana Hevkarî û Pêşxistina Kapasîteyê ya di navbera Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Plandanîn, Geşepêdana Aborî û Hevkariya Navneteweyî ya Misirê de

12 - Peymana Hevkariya di warê Darayî û Aboriyê de ya di navbera Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê û Wezareta Darayî ya Misirê de

13 – Peymana Hevkariya Enerjiyê ya di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û Hikûmeta Misirê de

14 – Peymana Karkirinê û Dabînkirina Derfetên Kar a di navbera Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyeyê û Wezareta Kar a Misirê de

15 – Peymana Hevkariya Parastina Jîngehê ya di navbera Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Keşûhewayê ya Tirkiyeyê û Wezareta Jîngehê ya Misirê de

16 – Peymana Hevkariyê ya di warê Bajarvaniyê de ya di navbera Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Keşûhewayê ya Tirkiyeyê û Wezareta Jîngehê ya Misirê de

17 – Peymana lihevkirinê ya di navbera Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê û Wezareta Karên Derve ya Misirê de

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst