Durzî ji ber nakokiyên Ereban û Îsraîlê bê zar bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Durziyên Mecdel Şemsê yên li Girên Colanê ji wê yekê bê zar in ku careke din bûne qurbaniyên nakokiyên navbera Îsraîl û hêzên neyarên wê.

Hejmara Durziyan nêzîkî milyonekê ye û piranî li gundewarê Şamê û çiyayê Horanê, Libnan, Filistîn û Îsraîlê dijîn.

Di êrişa bi mûşekan a li bajarokê Mecdel Şemsê yê li Girên Colanê yên di bin kontrola Îsraîlê de 12 kes hatibûn kuştin û 24 kes jî birîndar bûbûn.

Piraniya qurbaniyan zarok bûn û ev yek jî bû sedema acizbûna Durziyan.

Herwiha Durzî ji wê yekê jî dilgiran in ku careke din bûne qurbaniyên nakokiyên Îsraîl û Ereban.  

“Hewl hene ji bo çandina tovê nakokiyan”

Şêxê Durziyan Yûsif Cerbûh got:

"Hewl heye ji bo çandina tovê nakokiyan di navbera vê pêkhateyê de û di nav gelê yek niştimanî de.

Bi nerîna min, gelê me ji wê hewlê agahdar e û bi saya Xwedê ew hewl dê bi ser nekeve."

Li Sûriyeyê nêzîkî 600 hezar Durziyî dijîn û 25 hezar ji wan li Girê Colanê ne.

Di dema borî de postên cuda yên Durziyan li Libnanê hebûn.

Nêzîkî 150 hezar Durzîyî li Îsraîlê dijîn û hinek ji wan jî di nav rêzên artêşa Îsraîlê de ne.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî got:

“Em piştgiriyê didin wê malbatê ku wekî beşekê ye ji xelkên Îsraîlê.

Em dê hemû hewlan bidin ji bo hebûna seqamgîriyê û jiyana aram a li herêmê."

Îsraîlê, Hizbulah bi wê êrişê tometbar kir û wê grûpa Libnanî jî ew êriş red kiriye.