Hizbulahê bi dron û mûşekan êrişî Îsarîlê kir

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Libnanê bi dron û mûşekena êrişî Îsraîlê kiriye û gelek leşkerên îsraîlê hatine kuştin û birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hizbulaha Libnanê ji başûrê Libnanê bi dron û mûşekan êrişî bakurê Îsraîlê kiriye.

Artêşa Îsraîlê li ser zerer û ziyanê canî ti zanyarî neda.

Li aliyê din, Hizbullah Libnanê jî ragihand ku wan bi mûşek dronan êrişî cihên leşkerî yên Îsraîlê kiriye.

Hizbulahê da zanîn ku di wan êrişan de gelek leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û birîndar bûne.

Yek ji fermandarên Hizbulahê Fuad Şukur ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin

Serokê Hizbilaha Libnanê Hesen Nesrulah di merasîma cenazeyê Fuad Şukur de gotibû ku ew dê bersivê bidin Îsraîlê.

Li ser kuştina Serok Hemasê Îsmaîl Heniye jî Nesrulah gotibû “Em dê teqez bersiv bidin û divê dijmin li benda bersiva me be û ev ne cihê nîqaşê ye.”

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniyê ji bo merasîma sondxwarina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan çûbû Tehranê û li wê derê hatibû kuştin.

Herwiha Hzibulahê îro ragihand 2 endamên wan li başûrî Libnanê di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst