Di navbera Îsraîl û Cîhadiya Îslamî de şer: 10 kuştî, 75 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Aloziyên di navbera Îsraîl û grûpên çekdar ên Xezzeyê de zêde dibin û di navbera aliyan de şer derket. Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê jî dibêje, ji bo kontrolkirina rewşê ligel hemû aliyan di peywendiyê de ne.

Grûpa Cîhadiya Îslamî roja Îniyê 5ê Tebaxê ragihand, ji Xezzeyê 100 mûşek avêtine Îsraîlê û got: “Ev tenê bersiva destpêkê” ya li dijî bombebarana Îsraîlê ya ser herêma Xezzeyê ye.

Roja Îniyê piştî nîvro, balafirên şer ên Îsraîlê çend armanc li nav Xezzeyê bombebaran kirin û li gor Wezareta Tendirustiya Xezzeyê, di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 75 kes jî birîndar bûn.

Yek ji wan di êrîşên Îsraîlê de hat kuştin fermandeyê pile bilind ê Cîhadiya Îslamî Teysîr Cebarî bû. Cîhadiya Îslamî di daxuyaniya xwe de ragihand, berî mûşekên xwe dane Tel Avîv, bajarên naveresta Îsraîlê û cihên nêzîkî Xezzeyê.

Artêşa Îsraîlê jî avêtina mûşekan piştras kir û ragihand, mûşek ji aliyê sîstema berevaniya esmanî Iron Dome (Qubeya Hesin) ve hatine xistin.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid di bernameyeke televîzyonî de ragihand, tiştê ku artêşa welatê wî kiriye, operasyoneke, “dijî terorê bûye ku bo ser gefeke ku pêwîst bû di cî de bersiv bê dayîn.”

Sekreterê Giştî yê Cîhadiya Îslamî Ziyad Nexle jî ragihand, “Gelek bi tundî bersiva vê destdirêjiyê didin. Ev şereke, ku dê gelê me tê de biserkeve.”