Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî li Tehranê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya bo Tehranê de, li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoya wî welatî Mihemed Baqir Qalîbaf dicive.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê roja Înê 6ê Tebaxa 2021 di demjimêr 09:00 sibehî de li gel Îbrahîm Reîsî, Serokkomarê nû yê Îranê dicive.

Piştî vê civînê, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî hevdîtinekê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandekê ji bo beşdariya di merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê yê nû de îro bi serdaneke fermî gihîşt Tehranê.

Nêçîrvan Barzanî li Firokexaneya Navdewletî ya Mehrabad a Tehranê ji aliyê Nûnerê Serokkomarê Îranê û wezîrê berê yê petrolê yê Îranê, Mesûd Mîr Kazimî ve hat pêşwazkirin.

Di merasima pêşwazîkirina li Nêçîrvan Barzanî de, bi awayekî fermî û protokolî, Ala Kurdistanê li gel Ala Îranê hatibû danîn. Herwiha li Firokexaneyê Mafûra Sor bo pêşwazîkirinê hatibû raxistin.

Di vê serdanê de 3 wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê re ne.

Şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fewzî Herîrî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarê Olî Piştîvan Sadiq, Mihemed Heme Seîd Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan û Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Kuyistan Mihemed pêk tê.

Merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê îro demjimêr 17:00 li gor dema Tehranê û 15:30 li gor dema Hewlêrê û bi amadebûna Serokkomarê gera heştê Hesen Ruhanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf tevî endamên Encûmena Parastina Destûr û nûnerên welatên cîhanê destpê dike.

Ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Îranê IRNA dibêje, 115 berpirsên pilebilind ji 73 welatên cîhanê di merasima sondxwarina Îbrahîm Reîsî de beşdar dibin.