3 Kurdên Rojava di teqînên Beyrûtê de birîndar bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Di teqînên duh ên li paytexta Lubnanê bajarê Beyruê de 3 Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî birîndar bûne.

Di teqîna bajarê Beyrûtî de 3 ciwanên Kurdê Rojavayê Kurdistanê ku xelkê bajarê Kobaniyê ne, birîndar bûne.

Birayê yek ji birîndaran ji Rûdawê re ragihand, niha birayê wî di nexweşxaneyê de ye û 2 kesên din pê re bûn li heman cihî.

Wî kesî da zanîn ku birîna yekî ji wan sivik e.

Di teqîna roja Sêşemê de, zarokeke Kurd bi navê Diyana Ehmed Omer ji Efrînê winda bûbû, piştre bi silametî hat dîtin.

Malbata xortê bi navê Nêçîrvan Hiso ji Amûdê jî li ser sosyal medya ragihandibû ku wî li nêzîkî cihê teqînê kar dikir û ew wenda bûbû, lê piştre hate dîtin.

Her li gor zanyarên li berdest heta niha nasnameya 5 kuştiyên Sûrî di teqînê de hatiye naskirin, 3 ji wan ji Dêrezorê ne û 2 kes jî ji Reqayê ne.

Duh Sêşemê 4ê Tebaxa 2020an piştî nîvro du teqînên mezin li paytexta Lubnanê bajarê Beyrtutê pêk hatin.

Serokomarê Lubnanê Mîşêl Ewn ragihandiye, ku teqîn di encama teqîna 2 hezar û 750 ton madeya Ammoniyum Nitrate de çê bûye, ku li depoyekê li bendera Beyrutê hatibûye embarkirin.

Mîşêl Ewn daye xuyakirin, ku ew dê bi tundtirîn şêwe kesên berpirsyar di ber bûyerê de siza bidin.

Hikûmeta Lubnanê ji ber wê bûyerê, sê roj şîna giştî li seranserî welat ragihandiye.

Li gor zanyariyên fermî yên ji Wezareta Tendirustiya Lubnanê, hejmara kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 135 kesan û nêzîkî 5 hezar kesan jî birîndar bûne.