LIBNAN – Êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Beyrûta paytexta Libnanê bi çekê êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin.

Artêşa Libnanê bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku êrişkar ji Sûriyeyê ye.

Hêzên ewlehiyê yên Libnanê êrişkar birîndar kiriye û ew niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Li hêla din, lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.