Lubnan: Em ji bo penaberên Sûrî bi Ewropayê re hevkariyê nakin

05-06-2022
RÛDAW
Nîşan Lubnan Penaberên Sûrî Ewropa Ebdullah Bû Hebîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb ragihand, ku ewê ji bo mana penaberên Sûrî li Lubnanê bi Ewropayê re hevkariyê nekin.

Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Bû Hebîb ragihand, ku ew bi Ewropayê re hevkariyê nekin da ku penaberên Sûriyê li welatê xwe bihêlin, ji ber ku Ewropayê ti nexşerêyek ji bo bidawîkirina koçberiya Sûrî yên li Lubnanê nîne.

Bû Hebîb got jî, rêxistinên navneteweyî yên ku mûçeyê penaberên Sûrî didin, divê li Lubnanê dayîna wan pereyan rawestînin, û piştî ku penaber vegerin welatê xwe li wir alîkariya wan bikin.

Ev di demekê de ye ku 30ê Adare îsal de, Lubnanê Neteweyên Yekbûyî agahdar kiribû ku ew nema dikare mêvandariya penaberên Sûrî bike.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir, nêzî 900 hezar penaberên Sûriye yê li Lubnanê dijîn, lê hikûmeta Lubnanê dibêje ku ev hejmar 1.5 milyon e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst