REQA - Çekdaran 7 kes revandin û kuştin

05-04-2020
RÛDAW
Nîşan Reqa Sûriye Rojava HSD Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarên bajarê Reqayê grupeke çekdaran, êrîşî hêjmarek ji malên welatiyan kirin û 7 kes revandine û kuştin.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, li herêma Elmistaha, li nêzî Mieden Etîq a ser bi gundewarên Reqayê ve, grupeke çekdaran êrîş birine ser malên hin welatiyan, mal şewitandine û 7 kes revandine.

Di nav wan kesên hatine revandin de jinek jî hebû û li gor zanyariyan çekdaran ew her 7 kes ew kuştin û termên wan avêtin kolana wê deverê.

Derbarê nasnameya çekdaran de heta niha ti zanyarî nehatine belav kirin.

Li aliyê din li gor zanyriyan, grûpên ser bi Tirkiyê ve gundên bakurê Reqayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de bi dehan malbat derbider bûn.

Ligor çavkaniyên xwecihî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgir gundên Kobirlik, Evdiko û Hurriyê ku li jêr desthilata HSDê ne li bakurê Reqayê topbaran kirin, di encam de bi dehên mlbatan derbider bûn û berê xwe dan cihên ewle.

Di çend rojên dawî de, grûpên ser bi Tirkiyê ve gundên Girê Spî li bakurê Reqayê topbaran kiribûn, herwiha firokeyên çavdêriyê li asmanê navçeyê difiriyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst