Rûsya û Tirkiye li ser ragihandina agirbestê li Idlibê rêkevtin

05-03-2020
RÛDAW
Nîşan Vladimir Putin Recep Tayyîp Erdogan Moskow
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rûsya û Tirkiyê li hev kirin ku li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê agirbest bê ragihand. Îşev demjimêr 12an agirbest dikeve warê cîbicîkirinê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê piştî civîneke ku nêzikî 6 demjimêran berdewam kir, konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş saz kirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di wê konferansa hevbeş de got, “Peywendiyên me yên dualî, ji bo peydakirina derfeta çareseriyê jî dibe alîkar. Grûpên terorîst çalakiyên xwe li Idlibê zêde kirine û êrîşan encam didin. Her wiha leşkerên Tirkiyê jî hatine kuştin.”

Her di dirêjiya gotara xwe de Putin diyar kir, “Hinek caran nêrînên me li gel Tirkiyê cuda ne, lê di rewşên hestiyar de em dikarin xala hevbeş bibînin û çareser bikin. Îro jî her wisa bû. Me dît ku em herdu alî jî dixwazin li ser formata Astanayê kar bikin. Lê divê yekparçetiya axa Sûriyê û serweriya wê bê parastin û wê şerê me li hemberî grûpên terorîst jî her berdewam be. Ez di wê baweriyê de me ku ev rêkeftina me, dawiyê li şeran û êşên xelkê sivîl bîne.”

Piştî Vladimir Putin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotara xwe pêşkêş kir û ragihand ku dê demjimêr 12an a şeva 5 û 6ê Adarê li Idlibê agirbest bê bicîhkirin û bi vî awayî jî pêngavên aramkirinê bêne avêtin.

Erdogan got, berpirsê sereke yê aloziyên li Idlibê û koçberbûna xelkê, hikûmeta Sûriyê ye û wan jî weke Tirkiyê nedikarî li hemberî vê yekê bêdeng bin û daxwaz ji Rûsyayê jî kir ku çavê xwe li êrîşên artêşa Sûriyê yên li Idlibê negre û got jî, eger êrîş berdewam bin, ewê jî bersiva pêwîst her bidin.

Receb Tayyîp Erdogan diyar kir, “Wê îşev di demjimêr 12an de li Idlibê agirbest bê ragihandin. Me li gel Pûtîn çendîn mijar gotûbêj kirine ku di hinek wan de em hevnêrîn bûn û di hinekan de jî na. Di demekê de ku rejîma Sûriyê êrîşên dijwar encam didan û xelkê sivîl bombebaran dikir, me nedikarî destwestan û bêdeng bin. Berpirsê sereke yê xirabûna rêkeftina Idlibê, rejîma Sûriyê bixwe ye û wan aramiya li navçeyê xirab kir. Em ji Rûsyayê dixwazin ku çavê xwe li êrîşên artêşa Sûriyê negre, lê eger êrîş berdewam bin, emê jî bersiva xwe her bidin.”

Piştî gotarên Putin û Erdogan, wezîrên derve yên herdu welatan rêkevtina herdu aliyan a derbarê parêzgeha Idlibê de xwendin.

Di wê protokolê de herdu aliyan jî tekezî li ser serwerî, serbixwebûn, yekgirtin û yekperçeyiya Sûriyê kirine.

Herwiha biryarderiya “têkoşîn û jinavbirina hemû grûpên ku ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî ve weke terorîst hatine naskirin” hatiye dûpatkirin.

Herwiha amaje bi wê hatiye kirin ku çareseriya krîza li Sûriyê bi rêbazên leşkerî nabe û dibe bi rêbazên siyasî di bin pêşengiya Sûriyan de bi hêsankarî û  biryara 2254 a Netewên Yekgirtî ew krîz bê bidawîkirin.

Herdu aliyan tekezî li ser parastina sivîlan, alîkariya ji bo vegeran bo bo cih û warên wan, gihandina alîkariyên mirovî bo koçberan, kirine.

Herwiha li gor rêkevtina Rûsya û Tirkiyê;

-Li seranserê xeta navçeya kêmkirina aloziyan li Idlibê, îşev ji demjimêr 00.01 pê ve agirbest dê bê ragihandin û hemû liv û tevgerên serbazî dê bên sekinandin.

-Li bakur û başurê rêya M4 bi kurahiya 6 kîlometran korîdoreke ewlehiyê dê bê ragihandin. Hûrgûliyên derbarê birêvebirina korîdora ewlehiyê, di nava 7 rojan de ji aliyê wezaretên berevaniyê yên Rûsya û Tirkiyê ve dê bên diyarkirin.

-Dewriyên hevbeş ên Tirk-Rûsî, roja 15ê Adara 2020an li ser rêya M4 ji Trumbayê (2 kîlomtran dikeve rojavayê Seraqibê) heta Ain Al Havrê dê bên destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst