Îmarat, Behreyn û Siûdiyê balyozên xwe ji Qeterê vekişandin


Hewlêr (Rûdaw)- Her yek ji Erebistana Siûdî, Îmarata Erebî û Behreynê balozên xwe ji Qeterê vekişandin û gotin ku her gaveke ji bo ewlekariya welatên wan pêwîst be ewê bavêjin.

Her sê welatan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin ku Qeter pêgirê wê rêkeftinê nebûye ku ku di 23yê mijdara 2013an de navbera welatên Encûmena Hevkariya Kendavê li Riyazê hatiye îmzekirine bi armanca parastina ewlekarî û aramiya welatên Kendavê.

Di daxuyaniya de hatiye gotin ku wan herî dawî di civîna duh ya wezîrên derve yên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê de hewl dan ku Qeter bendên rêkeftina Riyazê li ser erdê bi cî bîne, lê hewlên wan bê encam bûn.

Her sê welatên Siûdiyê, Îmrat û Behreynê tekîd kirin ku ew neçar man gavên ku ewlekarî û aramiya welatên wan biparêze bavêjin û di vê çarçoveyê de biryar dan ji îro 5/3/2014 de balyozên xwe ji Qeterê vekişînin.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin ku ew hêvîdarin Qeter bendên rêkeftina Riyazê bi cih bîne û pêgirê parastina ewlekarî û aramiya welatên Encûmena Hevkariya Kendavê be.

Qeter berûvajî welatên din ên Encûmena Hevkariya Kendavê piştgiriya grûpa Îxwan Muslimîn li Misrê dike, lê belê welatên din piştgiriya hikûmeta wî welatî dikin.