Berê çek û tankên Îsraîlê li Hizbulahê ye: Xwe amadeyî êrişê dike

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Girên Colanê Îsraîl Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê li ser Girên Colanê xwe ji bo şerekî bi Hizbullaha Libnanê re amade dike.

Girên Colanê yên ku aliyekî wan Libnan û aliyê din Sûriye ye, ji aliyê Îsraîlê ve bûye wekî navendeke leşkeriyê.

Leşkerên Îsraîlê rojane li wir rahênanê dikin, wan berê lûleyên çek û tankên xwe daye Hizbulaha Libnanê.

Fermandarê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrulah diyar kir ku Hizbulahê îro ji hemû deman bêhtir amade û berhev e û mûşekên wê jî zîrek û dûravêj in.

"Ev me natirsîne"

Li aliyê din, fermandarê artêşa Îsraîlê Eli got:

“Ev me natirsîne, bi baweriya min hemû hêza parastinê ya Îsraîlê û bi taybetî jî yekîneya min ji Hizbulahê pir perwerdekirî û amadetir e.

Ez bi zelalî dibêjim, dema ku di navbera Îsraîl û Hizbulahê de şerek derkeve dê Îsraîl bi ser bikeve, ti guman tê de nîne.”

Îsraîl û Hizbulah rojane hev bombebaran dikin lê her du alî jî xwe ji şerekî dijwar dûr digirin.

Lê belê di daxuyaniya herî nû ya Îsraîlê de, gefa destpêkirina şerekî mezin tê xwarin ku rewş zêdetir dijwar bibe.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îsraîlê Daniel Hagarî anî ziman:

“Em şer nakin karê xwe yê sereke lê tekez em amade ne her dema ku hewce bike şer bikin.”

Ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve Hizbulaha Libnanê zêdetirî 1000 mûşek û hawanan avêtine axa Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya herî nû de ragihand ku wan 3 hezar 400 baregehên Hizbulahê, 120 xalên sînorî, 40 depoyên mûşekan û 40 navendên Fermandariya Hizbulahê kirine armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst