Pîlotê xanenişîn gefa kuştinê li serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwar

05-02-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Benjamin Netanyahu Zeev Raz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîlotê xanenişîn ê hêzên hewayî yên Îsraîlê, Zeev Raz gefan kuştinê li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwar. Netanyahu jî têkildarî wê gefê ragihandiye: Wê gefê sînor derbas kir, me bi zelalî gefa kuştina serokwezîr bihîst.

Li ser twîta Zeev Raz, pîlotê xanenişînkirî yê hêzên esmanî yên Îsraîlê, ku amaje bi kuştina Serokwezîr Benjamin Netanyahu li gor yasayên Îsraîlê dike, lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî nûçeyên ku di medyayên Îsraîlê de hatine weşandin, pîlotê xanenişîn Zeev Raz ku yek ji kesayetên navdar ên wî welatî ye û beşdarî Operasyona Operayê bûye ku tê de Îsraîlê di sala 1981ê de reaktorên etomî yên Iraqê bombebaran kir, di parvekirineke xwe de li ser medyaya civakî îdia kir ku kuştina Netanyahu li gorî “qanûnên Cihûyan” guncaw e.

Raz, behsa têgeha “rodefa olî” dike, ku li gorî Cihûtiyê eger kesek bibe sedema kuştina kesekî yab zirarê bigihîne kesekî, rê bi kuştina wî kesî tê dayîn û dibêje: “Ger serokwezîrek bibe desthilatdariya dîktatorî, ew serokwezîr, wezîrên wî û şopînerên wî dimirin. Rodefa min a olî ew e ku eger kesek biyanî an îsraîlî welatê min bigire û bi rêyên nedemokratîk îdare bike, kuştina wî ferz e.”

Belavkirina parvekirina wê pîlotê xanenişîn ji aliyê rêberekî xwepêşandanên salên bihorî yên li dijî Netanyahu ve jî rastî bertekan hat û partiya Netanyahu û partiyên opozisyonê bertek nîşan dan.

Polîsê Îsraîlê ragihand, her kesê ku daxuyaniyên tundûtûjiyê li dijî kesayetiyên giştî bide, dê lêpirsîn pê re bê kirin. Polîsan derbarê parvekirina Raz de jî dest bi lêpirsînê kiriye.

Hat ragihandin ku pîlotê xanenişîn Zeev Raz piştre ji ber wê posta xwe lêborîn xwestiye û gotiye “wî îfade ji kesekî din wergirtiye û ji ber wê jî posta xwe jê biriye.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Yekşemê 5ê Sibata 2023an piştî vegera ji Fransayê li Firokexaneya Ben Gorion a Tel Avîvê ragihand: “Em dê qanûnê li dijî hemû kesên ku gefan li serokwezîr dixwin bi cih bînin, gefên bi vî rengî ji bo demokrasiya Îsraîlê gefên rastrast in.”

Li Îsraîlê ew 5 hefte ne li bajarên cuda û di serî de li Tel Avîvê, li dijî pêşnûmeya sererastkirina edlî û polîtîkayên rastgir ên hikûmeta Netanyahu xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin.

Wezîrê Dadê yê Îsraîlê Yariv Levin di 5ê Çile de ragihandibû ku ew qanûnekê plan dikin ku dê desthilata Dadgeha Bilind sînordar bike û bandora dadweriyê li ser hilbijartina dadweran kêm bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu navê “Reforma Dadweriyê” li wê planê kiriye û dibêje, dixwaze balansê bo desthilatên cîbicîkirin, yasadanîn û dadweriyê vegerîne û îdia dike ku “bîst sal e ku ew balans hatiye binpêkirin”. Lê belê opozisyona Îsraîlê wê yekê red dike û dibêje, “ew plan destpêka bidawîhatina demokrasiyê li Îsraîlê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst