Tirkiye çekên giran dibe ser sînorê Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê di veguhistina hêzê û alavên leşkerî de yên weke tank, zirîpoş û pêdiviyên din yên leşkerî bo ser sînorê Sûriyê, berdewam e.

Li gorî medya Tirkiyê, Îro jî cardin karwanekî leşkerî yê bi zirîpoş û pêdeviyên leşkerî barkirî, gihişte navçeya Îslahiyê ya parêzgeha Dîlokê.

Hatiye ragihandin ku ew karwanê leşkerî bi armanca bihêzkirina yekeyên artêşa Turkiyê yên li ser sînorê Sûriyê, ji bajarê Hatayê hatiye şandin.

Li gorî zaniyariyên ku hatine belavkirin, karwanê leşkerî yê bi zirîpoş û pêdeviyên leşkerî barkirî, ber bi Hatayê ve bi rêketiye û dê li gel yekeyên li ser sînorê Sûriyê bê bicihkirin.