Hikûmeta Yemenê çend navçe ji destê Hûsiyan derxistin

05-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pevçûn di navbera hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de dijwar bûye û herî dawî Hikûmeta Yemen ya îtîrfpêkirî ku ji aliyê Hevpeyamniya Erebî bi serokatiya Siûdeyê ve tê piştevanîkirin ragihand ku çend navçe ji destê Hûsiyan derxistine.

Roja Duşembê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Yemenê du navçeyên parêzgeha Şebwe li navenda welat ji destê çekdarên Hûsî derxsitin. Di demên dawî de şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de dijwartir bûye.

Yemen ji sala 2014an ve ketiye di nav şerekî navxwe de, ew jî di demekê de ye ku Îranê di her warî de û bi taybet di warê leşkerî de piştgirî li Hûsiyan kir û Hûsiyan Senaa ya paytext û beşekî berferh ji bakurê Yemenê kontrol kirin û berpirsên hikûmetê neçar bûn ber bi başûrê Yemen û Siûdiyê ve biçin.

Adara 2015an Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Siûdiyê çû nav wî şerî de ji bo ku hikûmeta itrafpêkirî ya Yemenê vegerîne ser desthilatê.

Lê tevî êrişên esmanî û şerê bejayî, şer di berjewendiya ti aliyekî de nebûye, rewşa mirovî ya wî welatî jî bi awayekê xirab bûye ku Netewên Yekbûyî çendîn caran derbarê wê de hişyarî daye û rewşa mirovî ya li wî welatî wek mezintirn qeyrana mirovî ya cîhanê bi nav dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst