serkirdeyekî Hizbulah li Beyrûtê hat kuştin

04-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Yek ji serkirdeyên Hizbulahê Libnanê bi navê Hesan Holo el-Luqeyis şeva borî li ber mala xwe li paytexta Libnanê Beyrûtê hat kuştin.

Ofîsa ragihandina Hizbulah di daxuyaniyê de ku ji aliyê rojnameya el-Nehar a libnanî ve hatiye belavkirin, aşkere kir ku el-Luqeyis saet 12ê şeva borî li ber mala xwe li navçeya San Tîrêz di dema ku ji karê xwe vedigeriya de hat kuştin.

Di daxuyaniyê hatiye diyarkirin ku el-Luqeyis bavê yek ji şervanên Hizbulah e ku di şerê hezîrana sala 2006an de yê di navbera Hizbulah û Îsraîlê de hat kuştin.

Hizbulah di daxuyaniya xwe de Îsraîl bi kuûştina el-Luqeyis tometbar kir û got “Berê jî Îsraîlê li çend navçeyan gelek caran hewl daye el-Luqeyis bikuje”.

Hizbulah herwiha soz da ku tola kuştina serkideyên xwe bide.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst