Antony Blinken dê biçe Îraq û Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dê roja şemiyê li Îraqê û roja yekşemê jî li Tirkiyeyê be.

Di rojeva wî de şerê Hemas û Îsraîlê, rewşa Xezeyê û endamtiya Swêdê ya NATOyê heye.

Çavkaniyekî dîplomatîk ê Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dê roja yekşemê li Bexdayê be.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, di çarçoveya serdana ji bo welatên Rojhilata Navîn de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja yekşemê dê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê be.

Di serdana Blinken a Enqereyê de dê bi berpirsên Tirkiyeyê re du mijaran sereke werin gotûbêjkirin.

Yek ji wan rewşa Xezeyê, şerê Îsraîl û Hemasê ye ku her du welat di gelek aliyên vî şerî de nakok in.

Mijara din jî endamtiya Swêdê ya NATOyê ye

Mijareke din a serdana Blinken a Enqereyê endamtiya Swêdê yê NATOyê ye.

Ev di demekê de ye ku protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê, ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve 23ê Çiriya Pêşînê hat îmzakirin û ji Parlemetoya Tirkiyeyê re hat şandin.