Tirkiye balyozê xwe ji Îsraîlê vedikişîne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand, ji ber ku Îsraîl û guh nade bangawaziyên agirbestê wan biryar daye ku balyozê xwe yê Tel Avîvê vekişînin Enqereyê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser vekişandina balyozê xwe yê Tel Avîvê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ragihand:

“Bi sedema redkirina bangawaziyên agirbestê, êrişên li xelkên sivîl û rêgiriya alîkariyên mirovî, bi berçavgirtina vê trajediya mirovî, me biryar da ku balyozê xwe yê li Tel Avîvê Şakir Ozkan Torunlar ji bo pirs û şêwirê vexwînin Enqereyê.”

Biryar di demeke wiha de ye ku hefteya borî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê li dijî Îsraîlê daxuyanî dabû.

Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kiribû ku ew rêxistina Hemasê wek terorîst nabînin.

Piştî wan gotinên Erdogan Îsraîlê hemû dîplomatên xwe ji Tirkiyeyê vekişandibûn.