Wezîrê Karên Derve yê Îranê çû Libnanê: Dûman bi ser Beyrûtê ketiye

4 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê Balafira Ebas Eraqçî
Dîmenê Balafira Ebas Eraqçî
Nîşan Îsraîl Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî Îran Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo gotûbêjkirina rageşiyên li herêmê û êrişên Îsraîlê yên li Beyrûta paytexta Libnanê çû Beyrûtê.

Di dema balafira Ebas Eraqçî li asîmanê Beyrûtê bû ji ber êrişên Îsraîlê dûman bi ser bajêr ketibû.

Li gorî medyaya Îranê, Ebas Eraqçî li ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Libnanê, regeşiya li herêmê dê bi berpirsên Libnanê re bicive.

Lio gorî Tasnim Newsê Ebas Eraqçî dê beriya bi hefteyekê biçûya Libnanê lê ji ber kuştina Hesen Nasralah ew ziyaret hatibû taloqkirin.

Aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 7 kes hatibûn kuştin ku 2 ji wan general bûn.

Îranê ragihandibû ku êrişa Îsraîlê ya li konsulxaneyê tê wateya êrişa ser li axa Îranê û ew dê bersiva Îsraîlê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bidin.

Îranê 13ê Nîsanê bi sedan dronên kamîkaze û mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kiribû.

Îranê ragihand ku wan êrişî hinek hedefên leşkerî kiriye.

Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya sîstema parastinê rê li ber gelek êrişên Îranê hatiye girtin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Êrişa 1ê Çiriya Pêşînê

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku saet derdora 19:30î Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişa mûşekî kir.

Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku biçin cihên parastî û agahdarî xwe bin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wan bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 250 mûşekî hatine avêtin.

Supaya Pasdaran a Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebas Nîlfiroşan hatiye kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

Koşka Spî ragihand ku Biden ji Artêşa Amerîkayê xwestiye ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hemberî êrişên Îranê biparêze.

Kuştina Heniye, Nasralah û Nîlfiroşan

Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye tîrmeha îsal li Tehranê piştî merasîma sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di êrişekê de hatibû kuştin.

Her wiha 27ê Îlonê artêşa Îsraîlê baregeha Hizbulahê ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Di encamê de Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê yê Libnanê Ebas Nîlfiroşan hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst