Elî Xamineyî: Artêşa me dê bersiva her êrişa dijminan bide

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Elî Xamineyî Komara Îslamî ya Îranê Îsraîl Filistîn Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî diyar kir ku dê Artêşa Îranê bersiva her êrişa dijminan bide.

Elî Xamineyî piştî 4 salan îro di xutbeyê de gotarek pêş keş kir.

Di dema gotara xwe de Elî Xemineyî li ser aloziyên li Rojhilata Navîn şerê Libnan û Îsraîlê êrişa mûşekî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê axivî.

Elî Xamineyî diyar kir ku dê Artêşa Îranê bersiva her êrişa dijminên Îranê bide.

Elî Xamineyî li ser êrişa li dijî Îsraîlê da wiha got:

"Çalakiya hêzên me yên çekdar siviktirîn cezayê ku em li dijî rejîma siyonîst a îşxalker didin, ev siviktirîn bersiva me bû."

Li gorî medyaya Îranê girseyeke mezin li dervayê mizgeftê kom bûye û Xamineyî piştî çar salan cara yekem xutbe dide xelkê Îranê. 

Xamineyî di xutbeya xwe de diyar kir ku piraniya axaftinên wî dê li ser Filistîn û Libnanê bin.

Xamineyî di beşa yekem ya xutbeya xwe de bangî cihana Îslamê kir û got:

 "Dijminê gelê Îranê di heman demê de dijminê gelê Filistînê, gelê Libnanê, gelê Îraqê û dijminê gelê Misirê, Sûriye û Yemenê ye.

Mafê gelê Filistînê ye ku li dijî dijmin serî hilde. Hiqûqa navneteweyî îro piştgiriyê dide wê serhildanê.

Mafê ti dadgeh, navend û saziyeke navneteweyî nîne ku gelê Filistînê biparêze. Ew mafê parastinê yê Filistîniyan e.”

“Rejima siyonîst tirsonek e”

Xamineyî bal kişand ser vê yekê ku piştgirîya Libnanê ya ji Filistînê re rewa ye û wiha got:

"Mafê ti kesî nîne ku rexne li vê piştgirîya rewa bike û bibêje çima hûn dadikevin qadê.

 Bersiva hêzên me yên çekdar bi temamî rewa ye.

"Di pêvajoya biryardanê de em dê çi mentiqî be çi rast be wê bikin. Ew çi biryarên leşkerî û siyasî bin.

Em dê li benda dema guncav bin.

Gelê Libnanê hûn qehreman in, ev dijminê tirsonek ti carî dawî li hebûna Hizbulah û Hemasê neyne. Şerê me yê di rêya Xwedê de dê berdewam bike.

Em nêzîk in û ber bi serkeftinê ve diçin lê ew difikirin ku bi kuştinê û bi tûnekirina sivîlan dê bigihêjin armancên xwe."

“Hizbulah ji rêya xwe venagere”

Xamineyî di beşa duyem a xutbeya xwe de bi zimanê Erebî axivî û behsa Nasralah kir û wiha got:

"Bi keda Hesen Nasralah, Hizbulah gav bi gav bi pêş ket û bi hêz bû.

Tişta mantiqî û xwezayî kir, bi xebata xwe dijminê siyonîst tengav kir

Îsraîl wê nikaribe li hemberî Hamas û Hizbulahê bi ser bikeve

Gûrûba siyonîst gihîştiye vê encamê ku dê ti carî nikaribin Hemas û Hizbulahê têk bibin.

Rejîma siyonîst fêm kir ku ew ti carî nikare bi ser bikeve û Hizbulah wê ti carî ji rêya xwe venegere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst