Hakan Fîdan li ser êrişa li Enqereyê axivî: ‘Ji Sûriyeyê hatine, êdî hedefên meşrû ne’

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser êrişa li Enqereyê axivî.

 Hakan Fîdan ragihand ku li Îraq, Sûriye, Rojava û Başûrê Kurdistanê hemû baregeh û wêstgehên enerjiyê yên YPG û PKKyê dê ji niha û pê ve bibin armanca “operasyona” hêzên wan û got:

“Ez li vê derê pêşniyar li aliyên sêyem dikim ku xwe ji pêgeh û şexsên YPGyî û PKKyî dûr bixin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Tirk a Qibrisa Bakur civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kir.

“PKK û YPG armancên sereke yên hêzên me ne”

Fîdan gefa berdewamiya “operasyonên” artêşa Tirkiyeyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar û got:

“Bi taybetî li Îraq û Sûriyeyê hemû bînasazî, pêgeh û wêstgehên enerjiyê yên PKK û YPGyê ji niha û pê ve armancên sereke û rewa yên hêzên me yên ewlehiyê, hêzên çekdar û îstixbaratê ne.”

Gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di demekê de ne 1ê Cotmehê PKKyê êrişeke xwekujî li Enqereya paytexta Tirkiyeyê dijî Wezareta Karên Navxwe ya wî welatî pêk anîbû.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê îdia kir ku kesên ew êriş pêk aniye "ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne" û got:

“Bersiva hêzên me yên çekdar ji bo vê êrişa terorî dê zelal be û dê careke din ji pêkanîna çalakiyeke wiha poşman bibin.”

“Xwe ji pêgeh û şexsên YPGyî û PKKyî dûr bixin”

Hakan Fîdan herwiha anî ziman, “Ez li vê derê pêşniyar li aliyên sêyem dikim ku xwe ji pêgeh û şexsên YPGyî û PKKyî dûr bixin.”

Di êrişa PKKyê ya 1ê Çiriya Pêşîn de 2 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûbûn û 2 gerîlayên PKKyê yên ku êriş pêk anîbû canê xwe ji dest dabû.

Tirkiyeyê jî piştî vê êrişê li navxwe û derveyî sînor bi hinceta PKKyê operasyonên xwe zêde kirine.