Hewlêr (Rûdaw) - Bi dehan kes ku di nav wan de koçberên Herêma Kurdistanê jî bi armanca gihîştina Îtalyayê ji Tirkiye rêketine, lêbelê ji ber ku keştiya wan biçûk e û pêlên deryayê bilind bûye, neçar bûne ber bi Lîbya ve herin û niha jî di rewşeka dijware de ne.
Koçberekî ji Başûrê Kurdistanê yê ku navê wî nehat zanîn di vîdeoyekê de ku ji bo Rûdawê hate şandin wiha dibêje: "Ji ber pêlên zêde yên deryayê em neçar man biêin Lîbyayê. Em hemû li bajarê Benxazîn ji ber xwarînê nexweş ketin, ji ber ku xwarina me ne baş e.”
Ew koçber daxwazê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cîgirî wî Qubad Talebanî cîgirê dikin ku alîkariya wan bikin ku ji wî welatî bêne derxistin.
Li gor zanyariyên bedrest jin û zarok jî di nav de hejmara 57 kes in û 40 kes ji Iraqê û Herêma kurdistanê ne.
Koçber ev 8 roj in li Bînxazî asê mane û polîsan ji wan re gotine ku eger rê bidin wan û ew bixwe biçin, dibe ku jiyana wan ji ber bêaramiyê bikeve xeteriyê, ji ber ku herêm ne aram e.
Koçberekî din ê di vîdeoyê de diaxive got, “Polîs ji me re dibêje, eger em we berdin û hûn derkevin derve, hûn dê bên kuştin, ji ber ku li derve şerê navxweyî heye."
Heman koçberî got jî "Hemû koçberên Iraqê daxwaza dersînorkirinê dikin. Em nikarin birazin, xwarin û vexwarina me nîne û em ji hikûmetê dixwazin ku bi hawara me werin.”
Vîdeo îro Duşema 4ê Cotmeha 2021a hat tomarkirin û ji Rûdawê re hate şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse